Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand, di encama êrişên Îsraîlê yên li welêt de herî kêm 31 kes hatine kuştin û 149 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê li ser êrişên Îsraîlê daxuyanî da.
Wezaretê di daxuyaniyê de got, "Li gorî amarên destpêkê, êrişên dijmin ên Îsraîlî yên li başûrê Beyrûtê û başûrê Libnanê, bûne sedema şehîdbûna 31 welatiyan û birîndarbûna 149 kesên din."
Ev amar di demekê de ne ku fermandarekî bilind ê artêşa Îsraîlê ragihand, ew dê êrişên xwe yên li ser Libnanê dijwartir bikin.
Ev yek piştî wê yekê hat ku Hizbulah a Libnanê berpirsyariya avêtina mûşekan a li ser Îsraîlê li xwe girt.
