Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku di êrişên asmanî yên artêşa Îsraîlê yên li Libnanê de, li gorî agahiyên destpêkê 10 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Li Baelbekê 4 kes mirin
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê (NNA), balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Baelbekê yê li rojhilatê welêt avahiyeke 4 qatî bombebaran kiriye.
Li Taxa Metrebeyê di avahiya ku hat bombebarankirin de, li gorî agahiyên destpêkê 4 kes mirine 6 kes jî birîndar bûne.
Xebatên rizgarkirina kesên ku di bin kavilan de mane didomin.
Li derdora Beyrûtê 6 kes mirin
Hat diyarkirin ku li bajarokê Ermûnê û herêma Sadiyatê yên li başûrê Beyrûta paytext jî 2 avahî hatine bombebarankirin.
