Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan di çarçoveya operasyona "Soza Rast 4"ê de bi mûşek û dronan êrişî navenda Tel Evîvê kiriye.
Pevçûnên leşkerî yên di navbera Îran û Îsraîlê de her ku diçe tundtir dibin.
Li gorî nûçeya Ajansa Tesnîmê, Supaya Pasdaran daye zanîn ku "pêla 21ê" ya operasyona "Soza Rast 4"ê dest pê kiriye.
Êrişa hîbrîd a bi mûşekên Xeyber
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êriş "hîbrîd" e û mûşek û dron bi hev re hatine bikaranîn.
Hat destnîşankirin ku bi taybetî hedefên di "dilê" Tel Evîvê de bi mûşekên balîstîk ên cureyê "Xeyber" hatine bomberanbarankirin.
