Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de ku 28ê Sibatê dest pê kir, li 18 xalên Sûriyeyê parçeyên mûşekan ketin û hinek cih rasterast hatin hedefgirtin.
Saziya Ragihandinê ya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Sûriyeyê ragihand ku li Siwêdaya başûrê welêt 5 kes hatine kuştin.
Saziyê her wiha belge kir ku li gundê Ecemiyê yê parêzgeha Derayê dronek ketiye xwarê.
Li Dera û Quneytrayê parçeyên mûşekan
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li bajarokên Miseyfre, Nawa, Dêr el-Edes, Înxil, Sene el-Hemam û Şibreqê parçeyên mûşekan û paşmayên şer ketine.
Li gel vê yekê, li bajarokên Medînet Selam û El-Refîd ên li parêzgeha Quneytrayê jî ketina parçeyên mûşekan hatiye tomarkirin.
Li Şamê santralek ji kar ket
