Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke rojnameya New York Timesê, ji destpêka şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê ve li Rojhilata Navîn herî kêm 17 baregehên leşkerî, balyozxane û dezgehên Amerîkayê zerer dîtine.
Ji ber vê yekê heta niha 7 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin.
Rojnameya New York Timesê di lêkolîna xwe de xwe spartiye wêneyên peykan (satellite), vîdeoyên medyaya civakî û daxuyaniyên fermî yên berpirsên Amerîkayê.
Rojnameyê ragihand ku Îranê bi hezaran mûşek û dronan êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê û hevpeymanên wê yên li herêmê kiriye.
Zererên canî û madî
Li gorî raporê, nêzîkî nîvê baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê zerer dîtine.
Di roja yekem a şer de (28ê Sibatê), Îranê êrişî baregehên Mîr Siltan a li Erebistana Siûdî, Elî Salim û Kampa Bueringê yên li Kuweytê û baregeha Udeydê ya li Qeterê kir.
Dîsa li gorî lêkolînê, 1ê Adarê droneke Îranê li Bendera Şueybeyê ya li Kuweytê li avahiyeke leşkerên Amerîkayê xist.
Di encamê de 6 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin.
Leşkerekî din jî li Erebistana Siûdî hat kuştin û bi vî awayî hejmara kuştiyên artêşa Amerîkayê gihişt 7an.
Li ser zererên madî, Pentagonê ragihandiye ku tenê di êrişa li ser baregeha Fermandariya Fîloya Pêncem a Amerîkayê ya li Behreynê de bi qasî 200 milyon dolarî zerer gihîştiye dezgehan.
