Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê bangî Îranê kir û ragihand ku li dijî êrişkariya Amerîka û Îsraîlê “mafê rewa yê parastinê” yê Îranê heye lê xwest ku welatên cîran neyên armancgirtin.
Hemasê îro daxuyaniyeke fermî da.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî mafê Îranê heye ku "bi her awayî" bersiva êrişên li ser xwe bide.
Lê belê di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nabe aloziya li herêmê derbasî welatên cîran bibe.
