Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke nû, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf wekî kesayetiyeke navendî di hewlên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo gihîştina rêkeftineke aştiyê de derketiye pêş.
Di demekê de ku Şerê Îran – Amerîka û Îsraîlê ketiye roja xwe ya 29an, Tehran bi fermî hewlên Washingtonê red dike.
Lê belê Qalîbaf daxwaza xwe ya ji bo diyalogê nîşan daye. Berpirsekî Îranî û yekî Îsraîlî ji malpera Axiosê re ragihandiye ku Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Wittkoff û Jared Kushner bi Qalîbaf re di nav peywendiyê de ne.
Berpirsên Îranî dan û standinên Qalîbaf ên bi Amerîka û Îsraîlê re red dikin.
Qalîbaf kî ye?
Qalîbafê 64 salî ye kesayetiyekî tundrew e û ji sala 2020an ve Serokê Parlamentoyê ye. Rabirdûyeke wî ya berfireh heye:
- Fermandarê berê yê Supaya Pasdaran bûye.
- Serokê Polîsê Îranê bûye.
- Şaredarê Tehranê bûye.
- Xwediye doktoraya cografyaya siyasî ye û pîlot e.
"Xewna Napolyonî heye"
Dîroknas û Birêvebirê Navenda Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Stanfordê Ebas Mîlanî ji Axiosê re diyar kir ku Qalîbaf "namzedê her tim windakirî yê serokatiyê ye.”
