Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) di mehekê de 11 hezar cih li Îranê bombebaran kirin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê amarên nû yên "Operasyona Xezeba Destanî" belav kirin.
Li gorî amaran, di dema meheke şer de derbên kujende li binesaziya leşkerî û ewlehiyê ya Komara Îslamî ya Îranê hatine xistin û 11 hezar cih hatine armancgirtin.
Operasyona Xezeba Destanî
Operasyona Xezeba Destanî roja 28ê Sibata 2026an, saet 01:15ê berê sibehê bi fermana Serokê Amerîkayê dest pê kir.
Armanca sereke ya vê operasyonê, têkbirina dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê û têkbirina wan cihan e ku gefa wan a bilez heye.
Amarên êrişan
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, qebareya êrişan bi vî rengî ye:
Cihên ku hatine armancgirtin: Zêdetirî 11 hezar hedef di nav axa Îranê de hatine bombebarankirin.
Geştên şer: Zêdetirî 11 hezar caran balafirên şer firiyane.
Zererên deryayî: Zêdetirî 150 keştî, keştiyên binavî û belemên şer ên Îranê hatine têkşkandin an jî zerereke giran dîtine.
