Hewlêr (Rûdaw) - Şahnişîna Behreynê êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û ev êriş wekî "çalakiyeke terorîstî" bi nav kir.
Wezareta Karên Derve ya Behreynê daxuyaniyek belav kir.
Behreynê diyar kir ku ev êriş destdirêjiyeke nayê qebûlkirin e û gefeke metirsîdar e li ser aramî û asayîşa Îraqê.
Wezareta her wiha got ev êriş binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye.
Roja şemiyê 28ê Adara 2026an, li parêzgeha Dihokê bi dronan êriş hatin kirin.
Yek ji dronan li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ket lê ti zererên wê çênebûn.
