Hewlêr (Rûdaw) - Ebas Eraqçî ragihand ku êrişên Îsraîlê yên li Libnanê peymana agirbesta demkî ya li gel Amerîkayê binpê dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got, "Top li qada Amerîkayê ye. Cîhan lê dinêre ka dê Amerîka sozên xwe bîne cih yan na."
Ebas Eraqçî li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê, parvekirina Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf a li ser agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de nîşan da û peyameke nû belav kir.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku şert û mercên agirbesta demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de zelal û eşkere ne û wiha axivî:
"Amerîka neçar e ku di navbera agirbestê yan jî wî şerê ku bi rêya Îsraîlê didome de hilbijartinekê bike.
Nikare her duyan bi hev re hilbijêre."
