Hewlêr (Rûdaw) - Hîn 24 demjimêr di ser agirbesta 2 hefteyî ya navbera Amerîka û Îranê re derbas nebûne ku li Tengava Hurmizê krîz derket.
Medyaya Îranê ragihand ku tengav li ber trafîkê hatiye girtin û tanker vedigerin.
Supaya Pasdaran jî bi hinceta rîska "mayînên deryayî" li beravên xwe ji bo keştiyan rêyên nû diyar kirin.
Mercê herî krîtîk ê "bêhnvedana dîplomatîk" a 14 rojan vekirina Tengava Hurmizê bû ku pêşbînî dikir Amerîka û Îsraîl operasyonên xwe yên li ser Îranê rawestînin.
Lê ev pêvajo li qadê rastî astengiyan hat.
Tankera "AUROURA"yê vegeriya
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Farsê ya nîvfermî ya Îranê ku spartiye sîstemên şopandina trafîka deryayî, Tengava Hurmizê bi awayekî defakto li ber trafîka keştiyên navneteweyî hat girtin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku tankera petrolê ya bi navê "AUROURA"ya ku li ber derketina Deryaya Umanê bû, dema nêzîkî beravên Musandamê (Herêma Xesebê) ya Umanê bûye ji nişka ve ziviriye.
Hat gotin ku tankera "AUROURA"yê vegeriyaye nav Kendava Besreyê.
Ev guhertina rêyê li herêma hestiyar a di navbera Girava Larakê û Nîvgirava Musandamê de pêk hat ku yek ji xalên herî stratejîk ên cîhanê ye.
Vê yekê di bazarên enerjiya cîhanî de rê li ber dilgiraniya "Gelo tengav dîsa hat girtin?" vekir.
