Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê Nizar Mihemed Seîd Amêdî pîroz kir ku wekî Serokkomarê nû yê Îraqê hat hilbijartin.
Namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî îro wekî Serokkomarê Îraqê hat hilbijartin.
DEM Partiyê derbarê hilbijartina Serokkomarê nû yê Îraqê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Di peyama DEM Partiyê de hat gotin, "Em Birêz Nizar Amêdî pîroz dikin ku wekî Serokkomarê Îraqê hat hilbijartin."
DEM Partiyê diyar kir ku ew hêvî dikin ev encam ji bo gelê Îraqê bi xêr û xweşî be.
Her wiha hat xwestin ku ev yek aştî, aramî û paşeroja demokratîk a welêt xurt bike.
