Hewlêr (Rûdaw) - Hêza deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê dîmenên çavdêriya dronî ya Tengava Hurmuzê belav kir û ragihand ku hemû çûn û hatin di bin kontrola wan de ne.
Hêza deryayî ya Supaya Pasdaran daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku ew bi dronan çavdêriya hûrgilî ya rewşa rasteqîn a Tengava Hurmuzê dikin.
Supaya Pasdaran tekez kir ku "hemû çûn û hatin û liv û tevger di bin kontrola temam a hêzên çekdar de ne."
Hêza deryayî ya Supaya Pasdaran hişyariyeke tund da hêzên biyanî û got,"Her cure liv û tevgera xelet, dê dijmin di nav tengavê de rûbirûyî bahozeke kujer bike."
