Hewlêr (Rûdaw) - Tengava Hurmizê ku xala sereke ya bazirganiya petrolê ya cîhanê ye, zêdetirî 5 hefteyan e li ber keştivaniyê girtî ye.
Her ku roj derbas dibin, hêviyên ji bo çareseriyê kêm dibin û bandora li ser aboriya cîhanê û jiyana bi hezaran deryavanan girantir dibe.
Şirketa Hapag-Lloydê ku şirketa herî mezin a keştivaniyê ya Almanyayê ye, yek ji wan şirketên ku herî zêde zerer dîtiye ye.
Şeş keştiyên vê şirketê di nav avên Kendavê de asê mane û nikarin di wê derbasoka teng a di bin kontrola Îranê de re derbas bibin.
Ji bilî keştiyan, 150 deryavanên vê şirketê di rewşeke nediyar de mane.
Irina Heislerê ji Komeleya Keştiyên Almanyayê ragihand ku rewşa deryavanan gelekî zehmet e, bi taybetî ji aliyê derûnî ve, çimkî ew di herêmeke şer de ne.
Berdevkê Hapag-Lloydê Nils Haupt ragihand:
"Mayîna 5 hefte û nîvan a di herêma şer de tiştekî nû ye.
Tiştê herî girîng parastina canê tîma di nav keştiyan de ye."
Şirket her roj pêwendiyê bi wan re datîne ku karibin bi malbatên xwe re biaxivin.
Dabînkirina xwarin û avê
Ji ber ku keştî nikarin li benderan lenger biavêjin, dabînkirina xwarinê ya bi rêya keştiyên biçûk ên li deryayên vekirî tê kirin.
