Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebûlxeyt Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramiyê û karkirina hevbeş a ji bo rêlibergirtina belavbûna aloziyên li Rojhilata Navîn kir.
Piştî nîvroya îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt re hevdîtin kir.
Rewşa siyasî û emnî
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rûdanên dawî yên rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraqê û herêmê hatin gotûbêjkirin.
