Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) bîlançoya dorpêça deryayî ya ku ji 13ê Nîsanê hatibû destpêkirin eşkere kir.
CENTCOMê ragihand ku wan 27 keştiyên ku dixwestin dorpêça li ser benderên Îranê bişkînin rawestandine û tekez kir ku dê li hemberî binpêkeran hêza leşkerî bê bikaranîn.
Di daxuyaniya îro ya CENTCOMê de hat diyarkirin ku operasyonên wan ên li Tengava Hurmizê û derdora wê bi biryardarî didomin.
Gefa 'bikaranîna hêzê'
Di daxuyaniya fermî ya CENTCOMê de hat ragihandin ku herî dawî rê li ber ketina keştiyeke bazirganiyê hatiye girtin ku ji nav benderên Îranê derketiye.
Ji 13ê Nîsanê ve ku dorpêç dest pê kiriye, bi giştî ketina 27 keştiyan a nav benderên Îranê yan jî derketina wan a ji van benderan ber bi Tengava Hurmizê ve hatiye rawestandin.
