Hewlêr (Rûdaw) - Zanyaran sûdekî nû û nedîtî yê masturbasyonê (xwevalakirinê) ji bo mêran eşkere kir.
Lêkolîneke nû nîşan dide ku ev yek ne tenê stresa mirovan kêm dike, di heman demê de kalîteya spermê jî zêde dike.
Lêkolîna nû ya li ser mijarê ji aliyê zanyarên Zanîngeha Oxfordê ve hat kirin.
Zanyaran eşkere kir ku eger sperm demeke dirêj di laş de bimîne, zererê dibîne.
Sperma ku zêde dimîne xera dibe
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) pêşniyar dike ku dema mêr ji bo tedawiya zarokbûnê (wekî rêbaza IVFyê) mînakekê bidin, divê 2 heta 7 rojan masturbasyonê nekin da ku sperm kom bibe.
Lêkolîna nû ya Zanîngeha Oxfordê nîşan dide ku ev yek dikare encameke berevajî bide.
Tîmeke Zanîngeha Oxfordê li ser 54 hezar û 889 mêran û 30 cureyên ajelan lêkolînek kir.
Wan encamên mayîna spermê ya di nav laş de nirxand.
Zanyaran dît ku eger sperm di laş de zêde bimîne, kalîteya wê bi awayekî cidî xera dibe.
Sperma ku zêde dimîne hêdîtir dilive, hejmara sperma saxlem kêm dibe û zirar digihîje DNAya wan.
Dr. Rebecca Dean a Zanîngeha Oxfordê diyar kir, "Lêkolîna me nîşan dide ku masturbasyona (xwevalakirin) berdewam dikare ji bo berhemdariya mêran bibe alîkariyeke biçûk lê gelekî girîng."
Çima hiştina spermê xerab e?
Zanyar dibêjin du sedemên sereke yên xerabûna spermê hene.
Ya yekemîn "stresa oksîdatîv" e. Dema ku di laş de molekulên zererdar zêde dibin, ev yek DNAya spermê lewaz dike û leza wan kêm dike.
Ya duyemîn jî xelasbûna enerjiyê ye. Sperm xwedî tevgereke gelekî bilez e lê enerjiya xwe zû diqedîne.
Şiyana spermê nîne ku xwe nû bike. Ev yek jî dihêle ku sperma rawestayî zû xera bibe.
Li gorî zanyaran, masturbasyon dibe alîkar ku sperma kevn û xerabûyî ji laş derkeve.
