Hewlêr (Rûdaw)
- Dema qala zimanê Kurdî
tê kirin, mirov nikare Mîr Celadet Alî Bedirxan neyîne bîra xwe.
Mîr Celadet di
dawiya sedsala 19an de ji dayîk bû û di nîvê sedsala 20î de bi zimanê Kurdî yê
zelal dest bi şoreşeke rewşenbîrî û got: "Kurdbûna bê ziman, ti carî nabe
cihê serbilindiyê."
Jiyan û
perwerdeya Mîr Celadet
Mîr Celadet Alî
Bedirxan li Stenbola ku wê demê paytexta Împaratoriya Osmaniyan bû ji dayîk
bûye.
Ew di dîroka
Kurdan de dîplomat, nivîskar, zimannas û siyasetmedarekî kêmwêne ye.
Celadet kurê Emîn
Aliyê kurê Bedirxan Paşa ye û Nîsana 1893yan ji dayîk bûye.
Perwerdeya xwe ya
seretayî û navendî û her wiha Dibistana Bilind a Hiqûqê li Stenbolê qedandiye.
Piştî rûxandina
Împaratoriya Osmaniyan û avakirina dewleta Tirkiyeyê, li gel bavê xwe û du
birayên xwe çû Qahîreyê.
Lê belê Celadet û
birayê wî Kamuran li wir neman û çûn Almanyayê.
Piştî çend salan,
ji bo piştgiriya şoreşa Şêx Seîd vegeriya Tirkiyeyê û heta dawiya şoreşê ma.
Şoreşa ziman û
rewşenbîriya Kurdî
Mîr Celadet piştî
şoreşa Şêx Seîd, çû Sûriyeyê û li wir dest bi zindîkirina zimanê Kurdî û
belavkirina kovarên Kurdî kir.
15ê Gulana
1932yan kovara "Hawar"ê derxist ku weşana wê heta Tîrmeha 1943yan
berdewam kir.
Berê jî kovara
"Ronahî" derxistibû ku hemû karên nivîsîn, redaktekirin û çapkirinê
bi tena serê xwe dikir.
Zanayê 8
zimanan
Mîr Celadet wekî
pêşengekî alfabeya Kurdî ya bi tîpên Latînî tê naskirin.
Di destpêkê de ji
ber sedemên siyasî, berhem û nivîsên xwe bi navên veşartî (kod) belav dikirin.
Ew ji bilî zimanê
dayîkê, 8 zimanên din (Farisî, Tirkî, Erebî, Yewnanî, Almanî, Fransî, Îngilîzî
û Rûsî) gelekî baş zanîbû.
Mîr Celadet ew Kurdên
ku bi zimanên din zanîbûn lê tîpên zimanê xwe nas nedikirin bi tundî rexne
dikirin.
Wî Kurdayetî bi
zimên ve girê dida û digot: "Bê ziman, Kurdbûn ji bo me ne serbilindî ye,
ew rûreşiyeke giran e. Heyf û sed heyf ji bo wan kesên ku bi zimanên din
dixwînin û dinivîsin lê alfabeya zimanê xwe nizanin.
Yan hûn fêrî
xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin, yan jî mebêjin em Kurd in!"
Mîr Celadet di
hejmara yekem a Hawarê de wekî bangekê nivîsîbû: "Zimanê me dîroka me ye,
zimanê me kîbaretiya me ye.
