Hewlêr (Rûdaw) - Mem Ararat, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyameke vîdeoyî ya nêzîkî 6 xulekan daxuyaniyên tund û balkêş dan.
Hunermendê navdar ê Kurd Mem Ararat bi taybetî nerazîbûna xwe nîşanî hinek sazî û dezgehên Kurdan û bi taybetî KOM Muzîkê da.
Mem Ararat di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku ew bi salan e rastî neheqiyê tê û diyar kir ku ev 12 sal in di bazara muzîka Kurdî de keda wî tê xwarin û sozên ku jê re hatine dayîn nehatine bicihanîn.
Ararat ragihand ku ew ji ber rexne û kampanyayên reşkirinê yên li ser medyaya civakî neçar maye ku van rastiyan eşkere bike û got, "Sebra min jî sînorekî wê heye."
"Ez ne xulamê bavê kesî me"
Hunermendê Kurd tekez kir ku ew ne li dijî ti partî û saziyên Kurdan e lê ew "koletiya kesî" qebûl nake.
Ararat, KOM Muzîk û birêvebirê wê Erdal Avci bi awayekî eşkere kirin armanc û li pey çû:
"Hûn tam 12 sal in ku bêyî ku bi qasî serê derziyê kedeke we hebe, we dest daniye ser hemû keda min.
Ma ev ne dizîna kedê û zilm e? Ez ne xulamê bavê ti kesî me."
