Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara 175an a Kovara Nûbiharê bi dosyayeke balkêş û taybet ji xwînerên xwe re got merheba.
Ev hejmara nû ya Nûbiharê taybet ji “Kurdên Anatoliya Navîn” hatiye veqetandin.
Edîtoriya vê dosyeyê Mehtab Îdelî û Adem Ozgur kirine.
Wekî ku tê zanîn li derdora Enqere, Konya, Kirşehir, Yozgat, Aksarayê û li gelek cihên din gundên Kurdan hene.
Her wiha li wan deran navçeyên ku bi giranî Kurd lê dijîn jî hene.
96 rûpel tenê ji bo Kurdên Anatoliya Navîn
Ev jimara kovarê seranser ji 96 rûpelan pêk tê û hemû rûpel li ser Kurdên Anatoliya Navîn in.
Di vê dosyeya taybet de gelek kesan bi nivîs û helbestên xwe cih girtiye.
Amadekarên dosyeyê cih daye gelek mijarên cihêreng. Di mijarên curbecur de nivîs hatine weşandin.
Di kovarê de li ser mijarên wekî dîrok, ziman, edebiyat, folklor, muzîk, eşîr û kesayetan nivîs hene.
Tiştekî balkêş jî ew e ku kesên di vê dosyeyê de nivîsîne, ji xeynî çend kesan, hemû jî Kurdên Anatoliya Navîn in.
“Me ew terkî qedera wan kiribûn”
Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Nûbiharê Suleyman Çevîk di nivîsa destpêkê de qala vê jimarê kir.
Suleyman Çevîk ji bo vê jimarê kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
“Wisa xuyaye, Kurdên Anatoliya Navîn wan bi xwe gelek caran behsa xwe kiriye lê me nekiriye.
Me ev Kurdên vê derê terkî qedera wan kirine. Ji ber vê sedemê ez gelekî kêfxweş im.
Belkî cara ewil li ser wan dosyeyeke wisa tê amadekirin. Weşandina dosyeyeke wiha dibe nesîbê Nûbiharê.”
Naveroka jimara 175an
Nivîskar û sernavên nivîsên ku di jimara 175an a Nûbiharê de cih girtine wiha ne:
- Mehmet Bayrak / Kurdên Anatoliya Navîn: Kêmneteweya di nav kêmneteweyan de (Werger: Arya Bilikan).
- Şoreş Reşî / Dîroka Kurdên Anatoliya Navîn.
- Alî Duran Topuz / Barê Hespê Mîrê Qoçgîrî: Bîr û Bîra Hember a Şînê.
- Mehtab Îdelî / Çend Navdarên Kurdên Anatoliya Navîn.
- Mem Xelîkan / Ji Kurd Remzî heta roja îro Muzîka Kurdî li Anatoliya Navîn (Werger: Bamed Serdar).
- Kadîr Çelîk / Koçberî.
