Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Şahê Urdinê Ebdulahê Duyem bi rêya telefonê axivîn.
Wan di hevdîtina xwe de rûdanên dawî yên li herêmê û zêdebûna aloziyan nirxandin.
Her du serkirdeyan li ser wê yekê li hev kir ku ji bo parastina aramiya herêmê divê pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di navbera Serok Mesûd Barzanî û Şahê Urdinê Ebdulahê Duyem de pêwendiyeke telefonî çêbûye.
Di hevdîtinê de li ser rûdanên dawî yên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn û rewşa giştî ya herêmê dan û standin hatin kirin.
Parastina aramiya herêmê
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du serkirde ji bo kêmkirina aloziyên li herêmê û vegerandina aramiyê gelekî hestyar in.
