Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên fermî yên welatên herêmê, Îranê di nava du rojan de bi 1311 mûşekên balîstîk, kruz û dronan êrişî çend welatên Ereban kiriye.
Her çend Tehran dibêje ku armanca wan baregehên Amerîkayê ne jî zerereke mezin gihiştiye balafirgeh, bender û deverên sivîlan.
Van êrişan roja şemiyê (28ê Sibatê) dest pê kir.
Êriş wekî bersiveke Tehranê ya li hemberî êrişa berfireh a Amerîka û Îsraîlê ne ku tê de gelek berpirsên bilind ên Îranê hatibûn kuştin.
Li gorî amaran, Îmarat herî zêde rastî êrişan hatiye û piştî wê jî Kuweyt û Behreyn tên.
Hûrgiliyên êrişên li ser welatan ev in:
Îmarat: 708 mûşek û dron
Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku 167 mûşek (165 balîstîk û 2 kruz) û 541 dronên Îranê arasteyî xaka welatê wan hatine kirin.
Pergala parastinê ya Îmaratê karîbûye piraniya wan têk bişikîne.
Lê belê 35 dron li nav xaka wan ketine û zererên madî çêbûne.
Kuweyt: 380 mûşek û dron
Artêşa Kuweytê eşkere kir ku ji Îranê 97 mûşek û 283 dron arasteyî welatê wan hatine kirin.
Ji ber ku li asman hatine têkşikandin, paşmayên mûşekan li çend deverên cuda ketine.
Di encamê de zerereke madî gihîştiye hinek saziyan.
