Hewlêr (Rûdaw) - Îro pêleke nû ya êriş û bombebaranan Rojhilata Navîn girt, di nav de bombebarana Îsraîlê ya li Libnanê û êrişa bi dronan a li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Riyada paytexta Erebistana Siûdî.
Şer kete roja çarem û ti nîşaneyên aramiyê xuya nakin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku dibe êrişa welatê wî ya li Îranê ji mehekê zêdetir biajo.
Ev yek di demekê de ye ku Tehran hedefgirtina hevpeymanên Amerîkayê yên li Kendavê didomîne û îro bi dronan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Riyadê hat kirin.
Êrişa li ser Balyozxaneyê û gefa Trump
Piştî ku Amerîkayê ji welatiyên xwe xwest ku Rojhilata Navîn biterikînin, 2 dronan li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Riyada paytexta Siûdiyê xist.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî bûyer piştrast kir û ragihand ku zerereke kêm a madî çêbûye û agirekî biçûk derketiye.
Trump bêyî ku hûrgiliyan bide soz da ku "zû" bersiva êrişê bide.
Armancên şer
Trump cara ewil armancên operasyona xwe eşkere kirin:
- Têkbirina mûşekên Îranê.
- Têkbirina hêza deryayî ya Îranê.
- Têkbirina bernameya wê ya nukleer.
- Rawestandina piştevaniya Îranê ya ji bo komên çekdar.
Trump di vê lîsteyê de behsa "guhertina rejîmê" nekir, her çi qasî roja şemiyê bangî xelkê kiribû ku hikûmetê birûxînin.
Heyama şer
Trump li Koşka Spî got, "Di destpêkê de me pêşbînî dikir ku 4 heta 5 hefteyan biajo lê şiyana me heye ku em gelekî dirêjtir bikin."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ji televîzyona Fox Newsê re got, "Dibe ku hinek dem pêwîst be lê dê bi salan neajo."
Rewşa qadê
Artêşa Amerîkayê ragihand ku di 48 demjimêrên ewil de li Îranê li hezar û 250 cihan dane.
Tehran: Şeva borî dengê teqînên bihêz li Tehranê hat bihîstin û balafirên şer li asmanê bajêr geriyan.
Pentagon dibêje, kontrola asmanî ya Îranê di destê wan de ye.
Kendav: Qeterê ragihand ku wan 2 balafirên bombeavêj û 2 mûşekên balîstîk ên Îranê xistine xwarê.
