Hewlêr (Rûdaw) - Azerbeycanê ragihand, droneke ku ji aliyê Îranê ve hatibû li arazîya balafirgeha Komara Xweser a Naxçivanê ketiye.
Wezareta Karên Derve ya Azerbeycanê daxuyand ku hinek dronên ku ên ji aliyê Îranê ve hatine berdan li axa welêt ketine.
Hat diyarkirin ku yek ji dronan li avahiya termînalê ya Balafirgeha Navneteweyî ya Naxçivanê ketiye û ya din jî li nêzîkî dibistaneke gundê Şekerabadê ketiye.
2 sivîl birîndar bûn
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew dronên ji Îranê hatine şandin li Naxçivanê bûne sedema xisarê.
