Hewlêr (Rûdaw) - Wezaretên Karên Navxwe a Kuweytê ragihand ku du leşkerên wan ê payebilind di êrişa Îranê de hatine kuştin.
Wezaretên parastin û karên navxwe yên Kuweytê ragihand ku welatê wan rûbirûyî pêleke êrişên mûşek û dronan bûye.
Di encama wan êrişan de efserên bi navên "Muqedem Rukn Ebdulah Îmad Şerah" û "Raîd Fehed Ebdulazîz Mucemed" mirine.
Wan her du efseran li Birêvebiriya Ewlehiya Sînorên Bejahî kar dikir.
Depoyên sotemeniyê yên balafirgehê bûn armanc
Her wiha Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê Rukin Sûd Ebdulezîz Etwan ragihand ku sîstemên wan ên parastina asmanî sê mûşekên balîstîk têk birine.
Etwan diyar kir ku sîstemên parastinê û balafirên şer ên Hêza Asmanî hîn jî li ber xwe didin da ku asmanê welat biparêzin.
