Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina lêkolînên meydanî Bellingcatê diyar kir ku êrişa li bajarê Mînabê bi mûşeka Tomahawk a Amerîkayê hatiye kirin.
Bellingatê hûrgiliyên nû yên êrişa mûşekî ya li ser bajarê Mînabê ya Îranê ji Rûdawê re eşkere kirin.
Rêxistinê diyar kir ku mûşeka ku hatuye bikaranîn ji cureya "Tomahawk" a Amerîkayê ye û êrişê "gelek armancên leşkerî yên hûr" bi awayekî serkeftî kirine armanc.
8ê Adarê, êrişeke mûşekî bajarê Mînabê yê Îranê hejand. Bellingcatê bi rêya bikaranîna teknîkên lêkolîna jêderên vekirî (OSINT) û wêneyên satelîtê, bersiva gumanên li ser nasnameya mûşekê û zererên êrişê da.
Tomahawk an Ebû Mehdî?
Lêkolînerê Bellingcatê Trevor Ball ji bo diyarkirina nasnameya çekê, berawirdkirineke hûrgilî ya teknîkî di navbera mûşeka "Tomahawk" a Amerîkayê û mûşeka "Ebû Mehdî" ya Îranî de kir û got:
Motorê mûşekê: Di mûşekên Îranî de motor li derveyî laşê mûşekê ye û wekî "stûnekê" di binê wê de xuya dike. Di wê mûşeka ku Mînab pê hatiye bombebarankirin, motor li hundirê laşê wê ye.
Dîzayna laş: Ew mûşeka ku di vîdeoya êrişê de xuya dike laşekî wê yê tam lûleyê we ya rast heye.
Ev taybetmendiya nifşê çaremîn ê mûşekên Tomahawkê ye ku piştî sala 2004an tê bikaranîn.
Lêkolerê Bellingcatê Trevor Ball li ser bombebarankirina dibistaneke keçan a li wî bajarî jî got:
"Me piştrast kir ku êriş li nêzîkî dibistanê bûye lê mûşek li avahiyeke li tenişta dibistanê ketiye."
