Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyamek belav kir û eşkere kir ku Îran ne tenê ji bo Îsraîlê ji bo hemû cîhanê jî metirsiye.
Netanyahu du armancên sereke yên şerê welatê xwe yê bi Îranê re eşkere kirin.
Li gorî peyama Netanyahu peyamên armancên hikûmeta wî wisa ne; rûxandina bernameya atomî ya Îranê û amadekirina zemîna ji bo rûxandina desthilata wî welatî.
Êrişên li ser cihên sivîl û pîroz
Netanyahu ragihand ku di nava 48 saetên borî de Îranê deverên sivîl armanc kirine û nêta wê kuştina welatiyan bûye.
Mebesta Netanyahu ew êrişên mûşekî yên şeva borî bûn ku li bajarên Arad û Dimonayê yên li başûrê Îsraîlê xistibûn û tê de zêdetirî 175 kesan canê xwe ji dest dabû.
Serokwezîrê Îsraîlê amaje bi wê yekê jî kir ku Îranê Qudis-Orşelîm jî bombebaran kiriye.
Serokwezîrê Îsraîllê diyar kir ku wan ew cih armanc kiriye ku nêzîkî cihên pîroz ên her sê dînên asmanî (Dîwarê Rojava, Dêra Qiyametê û Mizgefta Eqsayê) ye.
Netanyahu got, "Bi mucîzeyekê ti zerer negihişt wan lê wan cihên pîroz armanc kiribûn."
Dûravêjiya mûşekan û gefa li ser Ewropayê
Serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ser êrişa mûşekî ya Îranê ya li ser baregeha "Diego Garciayê" ya li Okyanûsa Hindê û ragihand ku mûşeka Îranê 4,000 kîlometreyan çûye.
