Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Îsraîlê Nadav Shoshani ragihand ku ji destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ve Îranê zêdetirî 400 mûşekên balîstîk avêtine Îsraîlê kirine.
Li gorî gotina Shoshanî, wan karî rêjeyeke gelekî baş a têkbirina mûşekan tomar bikin ku digihe nêzîkî ji sedî 92yan û tenê li 4 cihan mûşek li erdê ketine.
Berpirsê Îsraîlê her wiha got ku ev mûşekên balîstîk ji yên berê ne cuda ne û ew dê bi berdewam wan mûşekan têk bibin.
Armanckirina Arad û Dîmonayê
Tevî daxuyaniya artêşê, şeva şemiyê du mûşekên Îranê pergalên parastina asmanî derbas kirin û bi giranî li bajarê Aradê û bajarê Dîmonayê ku saziyeke atomî lê ye bixin.
Li gorî amarên Dezgeha Hewarê ya Îsraîlê, ji ber van her du êrişan zêdetirî 100 kesan birîndar bûne û ziyaneke mezin gihîştiye taxên sivîlan.
Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku êrişa li ser Dîmonayê "bersivek" bûye ji bo êrişa Îsraîlê ya li ser saziya atomî ya Netenzê.
Bajarê Dîmonayê li çolên Neqebê ye û kargeheke sereke ya atomî lê ye. Îsraîl bi fermî diyar dike ku ev der tenê ji bo lêkolînan e lê Peymangeha SIPRIyê diyar dike ku 90 serikên atomî yên Îsraîlê hene.
Rêxistina Tendurustiya Cîhanî (WHO) û Ajansa Atomî (IAEA) derbarê armanckirina saziyên atomî de hişyariyên tund da.
Netanyahu: Şeveke gelekî dijwar bû
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser êrişan got, "Ev di şerê ji bo paşeroja me de şeveke gelekî dijwar bû."
