Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Atlatîka Bakur (NATO) Mark Rutte, ragihand ku rageşiya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û hevpeymaniyê de kêm bûye.
Mark Rutte diyar kir ku aciziya Trump tenê ji bo wê yekê bûye ku hevalbendan han bide da ku roleke mezintir di vekirina Tengava Hurmizê de bilîzin.
Mark Rutte di hevpeyvîneke li gel kanala Fox Newsê de tekez kir ku niha zêdetirî 20 welatan bi hev re dixebitin da ku dîtina Trump pêk bînin û ewlehiya wê rêya avê ya giring biparêzin.
Rutte eşkere kir ku wî di vê heftiyê de çend caran bi Trump re xeber daye.
Sekreterê Giştî yê NATOyê diyar kir ku "pêwîst bû" Amerîka li dijî Îranê dest bi rêkarên serbazî bike çimkî bernameya atomî û mûşekên balîstîk ên wî welatî "gefeke man û nemanê" ne ji bo cîhanê.
Ev gotinên Rutte piştî wê yekê tên ku Trump roja înê 20ê Adarê, êrişeke tund kiribû ser welatên NATOyê û ew wekî "tirsonek" bi nav kiribûn çimkî piştgiriya şerê li dijî Îranê nedikirin.
Trump li ser tora Truth Socialê gotibû, "Bêyî Amerîkayê NATO hêzeke bêbandor e!"
Serokê Amerîkayê daxwaz ji hevalbendên sereke û welatên din kiribû ku ji bo parastina keştiyên li Tengava Hurmizê hevkariyê bikin.
