Hewlêr (Rûdaw - Bihayê petrola brent hîn jî ji 107 dolarî derbas dibe. Tevî ku welatên hilberîner petrola rezervan xistin bazarê jî, biha neket.
Çimkî girtina Tengava Hurmizê valahiyeke wilo çêkiriye ku tiştek nikare wê kêm bike.
Girtina Tengava Hurmizê ya ji aliyê Îranê ve ketiye roja xwe ya 23yan.
Hejmara keştiyên ku di vê maweyê de derbas bûne, ji yek li ser pênca rewşa berê kêmttir e.
Eger ev rewş bidome, cîhan dê ber bi enflasyon û krîzeke nû ya aborî ve herê.
Gefên Trump û bersiva Qalîbaf
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja 21ê Adarê got, "Eger Tengava Hurmizê neyê vekirin, em dê binesaziya elektrîkê ya Îranê bikin armanc."
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî roja 22ê Adarê bersiv da û got, "Eger Amerîka li binesaziya enerjiyê bixe, em dê wilo li binesaziya Kendavê bixin ku careke din çênebe."
Amarên êrişan û ziyanên aborî
Li gorî amarên rêxistina ACLEDê, di navbera 28ê Sibatê û 22ê Adara 2026an de, her du aliyên şer 3 hezar û 538 êriş kirine.
Ji van êrişan 77 jê binesaziya enerjî, parzûngehên petrol û gazê armanc kirine.
Ev êriş li ser axa 9 welatan (Azerbeycan, Behreyn, Kuweyt, Uman, Qeter, Erebistana Siûdî, Îmarat, Îraq û Herêma Kurdistanê) hatine kirin.
Her çi qasî êrişên ser petrol û gazê ji sedî 2yê hemû êrişan bin jî, bandora wan a aborî gelekî mezin e.
Rêxistina Bazirganiya Cîhanê diyar kir ku eger ev biha bidome, geşeya berhemên navxwe dê ji sedî 0,3 kêm bibe.
Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) Fatih Birol got, "Vî şerî 2 qatî rûdanên berê petrol û gaz li bazaran kêm kiriye.
