Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Parêzvanên Neteweyî ya Kuweytê ragihand ku wan li herêman ku hêzên wan berpirsê parastina ewlehiya wan in, 2 dron dane erdê.
Serokatiya Parêzvanên Neteweyî ya Kuweytê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li wan deverên ku hêzên wan li wan erkdar in 2 dron hatine xistin.
Hat destnîşankirin ku ev çalakî di çarçoveya xebatên ji bo xurtkirina ewlehiyê, parastina cihên stratejîk ên jiyanî û rûbirûbûna gefên gengaz de hatiye kirin.
