Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku pergalên wan ên parastinê bersiva êrişên mûşekî yên Îranê daye.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, ji ber êrişan 6 kes bi sivikî birîndar bûne û li çend cihan zererên madî çêbûne.
Berdevkê Dezgeha Hawarçûnê ya "Magen David Adom"ê ragihand ku tîmên wan 6 kesên ku ji ber bandora teqînan bi sivikî birîndar bûbûn tedawî kirine.
Berê jî heman dezgehê ji radyoya fermî ya Îsraîlê re ragihandibû ku li bajarê Kefr Qasimê yê li navenda Îsraîlê zerer gihîştiye çend xaniyan.
Serokê Şaredariya wî bajarî Heysem Teha diyar kir ku zerer ji ber ketina "bombeyên komikî" (cluster bombs) çêbûye.
"Mûşek ji axa Îranê hatine avêtin"
Artêşa Îsraîlê amaje pê kir ku tîmên hawarçûnê yên navxwe çûne cihê ketina mûşekan a li "navenda Îsraîlê."
Artêşê di nava 90 xulekan de sê daxuyaniyên cuda belav kirin.
Di daxuyaniyan de tekezî li ser wê hate kirin ku "çend mûşek ji axa Îranê ve ber bi axa dewleta Îsraîlê ve hatine avêtin."
