Hewlêr (Rûdaw) - Raporek qal dike ku Pentagon li ser şandina nêzîkî 10 hezar leşkerên din ên bejayî ji bo Rojhilata Navîn hûr dibe.
Ev gav ji bo wê yekê ye ku bijardeyên leşkerî yên zêdetir li ber destê Donald Trump bin, di demekê de ku Serokê Amerîkayê mijûlî nirxandina derfetên aştiya li gel Tehranê ye.
Berpirsên Wezareta Şer a Amerîkayê ku ji planan agahdar in, ji rojnameya Wall Street Journalê re gotine ku Wezaret dixwaze bi şandina van 10 hezar leşkerên nû, pêgeha leşkerî ya Amerîkayê li herêmê bi hêz bike.
Ev di demekê de ye ku Donald Trump berê ragihandibû ku wî êrişên li ser sektora enerjiyê ya Îranê heta 10 rojên din bi paş xistine da ku derfet ji bo dan û standinên aştiyê çêbibe.
Gava Trump dibêje dirêjkirina vê demê li ser daxwaza Tehranê bi xwe bûye, navbeynkarên dan û standinên aştiyê vê agahiyê red dikin. Ew dibêjin Îranê daxwaza dema zêdetir nekiriye.
Trump bal kişand ser wê yekê ku Îranê rê daye çend keştiyên petrolê yên Pakistanê ku di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Trump ev yek wekî "diyariyekê" ji bo Amerîkayê û nîşaneya cidiyeta Tehranê ya di dan û standinan de bi nav kir.
Hikûmeta Pakistanê ragihand ku Amerîka û Îran bi rêya guhertina nameyan, mijûlî dan û standinên nerasterast in.
