Hewlêr (Rûdaw) - Aloziyên leşkerî yên li Rojhilata Navîn zêde dibin û biryareke krîtîk a ku dê bandoreke rasterast li ser rêyên enerjî û bazirganiyê yên cîhanî bike hat dayîn.
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Tengava Hurmizê ya ku yek ji rêyên avî yên herî stratejîk ên cîhanê ye li ber hatûçûna deryayî bi temamî hatiye girtin.
Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre medyaya xwecihî ya Îranê, dê li dijî hemû wan keştiyên deryayî yên ku bixwazin di tengavê re derbas bibin tedbîrên tund werin bicihkirin.
Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de hat gotin, "Her keştiyên ku derbas bibe dê rastî tedbîrên tund bê" û hat destnîşankirin ku dê ev biryar bêyî nermî û tawîzan bê bicihanîn.
"Hemû veguhastin hatin qedexekirin"
Rayedarên Îranê eşkere kir ku hemû çalakiyên bazirganiyê yên ku bi Îsraîl û Amerîkayê re pêwendîdar in dibin hedef.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Hemû çalakiyên veguhastinê yên ji bo benderên dijminên me yên Îsraîl û Amerîkayê û her wiha hevalbend û piştgirên wan hatine qedexekirin."
Di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku dê çi korîdor bê bikaranîn bila bibe, ew dê rê li ber veguhastinên ji bo wan welatan bigirin.
Serdema derbasbûna kontrolkirî bi dawî bû
