Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ji 28ê Sibatê ve herî kêm 5 hezar û 735 êrişên bi mûşek û dronan birine ser baregehên Amerîkayê û xalên krîtîk ên li 7 welatên Ereban.
Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê û bersivdayînên Tehranê didomin û Îran li welatên Kendavê gelek xalên krîtîk dike hedef.
Îmarat yekem e
Li gorî amaran, welatê ku ji van êrişan herî zêde bandor dîtiye Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) ye.
Wezareta Parastinê ya Îmaratê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku ji destpêka êrişan ve, pergalên wan ên parastinê midaxeleyî 438 mûşekên balîstîk, 19 mûşekên kruz û 2 hezar û 12 dronan kiriye.
Ev statîstîk nîşan didin ku nêzîkî ji sedî 15ê êrişên Îranê ber bi Îsraîlê ve hatine birin û yên din baregehên Amerîkayê û welatên herêmê kirine armanc.
Amarên li welatên din ên Kendavê
Kuweyt: Li gorî daxuyaniyên Navenda Agahdarkirinê ya Hikûmeta Kuweytê û artêşê, ji destpêka êrişan ve 312 mûşekên balîstîk, 5 mûşekên kruz û 651 dron hatine astengkirin.
