Hewlêr (Rûdaw) - Çend berpirsên Amerîkî radigihînin, Îran nekariye Tengava Hurmizê ji bo hatûçûna keştiyan veke, çimkî cihê wan mayînên deryayî yên ku bi xwe çandine winda kiriye û şiyana rakirin û pûçkirina wan jî nîne.
Rojnameya New York Timesê ji ser zarê çend berpirsên Amerîkayê diyar kir ku ev pirsgirêk bûye sedem ku Tehran nikaribe bi lez daxwazên îdareya Donald Trump ên ji bo vekirina tengva avî bi cih bîne.
Ev mijar wekî xaleke aloz di dan û standinên aştiyê de tê gotûbêjkirin ku li Pakistanê di navbera şandeya Îranê ya bi serokatiya Mihemed Baqir Qalîbaf û şandeya Amerîkayê ya bi serokatiya Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance de têne kirin.
Meha borî û piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, Supaya Pasdaran bi bikaranîna keştiyên biçûk li Tengava Hurmizê mayîn bi cih kiribûn.
Ew mayîn li gel gefên dron û mûşekan bûn sedem ku hatûçûna keştiyên petrolê gelekî kêm bibe; vê yekê jî nirxê enerjiyê li cîhanê bilind kir û bû karteke xurt a zextê di destê Îranê de.
Berpirsên Amerîkayê dibêjin Îranê bi awayekî “ketobir” mayîn çandine û qeydên cihên wan ên hûrgilî li cem nînin.
Ji xeynî vê yekê, beşek ji wan mayînan bi awayekî hatine danîn ku bi pêlên avê re dilivin û cihên wan diguherin; vê yekê jî kiriye ku Îran kontrola li ser wan winda bike.
