Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê amarên şerê 12 rojî yên bi Îranê re belav kirin.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya ku belav kir de anî ziman:
- Êrişên mûşekên balîstîk ên Îranê yên li Îsraîlê di 12 rojan de bû sedema kuştina 28 kesan ku yek ji wan leşker û 27 kes jî sivîl bûn.
- Her wiha bi sedema êrişên mûşekî 3 hezar û 238 kes birîndar bûn, rewşa 23 kesan ji wan giran e, 111 navîn, 2 hezar û 933 kesan birînên wan sivik in, 138 kes ji ber tirsê rastî pirsgirêka derûniya tund hatine û rewşa 30 kesan ne diyar e.
- Piraniya birîndaran sivîl bûn, tenê 7 leşker birîndar bûn.
- Îranê nêzîkî 550 mûşekên balîstîk avêtin û nêzîkî hezar dronên bombebarkirî şandin.
- Nêzîkî ji sedî 90ê mûşekên Îranê ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Îsraîl û Amerîkayê ve hatin têkbirin.
- Herî kêm 31 mûşekên balîstîk li nava bajaran û binesaziya girîng a stratejîk ketin ku di nava wan de stasyoneke hilberîna karebayê li başûrê Îsraîlê, parzûngeke petrolê li Heyfayê û zanîngehek li navenda Îsraîlê hene.
- Dehan mûşekên balîstîk ên Îranê bêyî ku ziyaneke wisa mezin çêbikin li çolistanan ketin.
- Piraniya hezar dronan ku hêdî diçin lê şopandina wan zehmet e negihîştin Îsraîlê.
- Ji sedî 99ê wan dronên ku metirsî bûn ji aliyê sîstema parastina asmanî, balafirên şer, helîkopterên şer ên Îsraîlê ve hatin xistin.
- Tenê dronek li bajarokê Beyt Şanê yê li bakurê Îsraîlê li malekê ket ku ziyaneke mezin a madî lê ket lê ziyana canî nebû.
- Artêşa Îsraîlê texmîn dike ku nêzîkî 250 mûşekavêjên balîstîk ên Îranê wate du ji sêyê tevahiya giştî, bi êrişên Îsraîlê ve hatine jinavbirin.
- Her wiha nêzîkî hezar mûşekên balîstîk ên Îranê berî ku werin avêtin hatine jinavbirin.
- Niha Îranê hezar û hezar û 500 mûşekên balîstîk û nêzîkî 100 mûşekavêjî mane.
