Hejmarek heye ku divê te bisekinîne û te şok bike. 6ê Nîsana 2026an, Elsie Peng, aborînasê banka Goldman Sachsê, raporek weşand ku li ser bingeha amarên rasteqîn ên lîsteya meaşên Amerîkayê hatibû amadekirin. Wê eşkere kir ku hişê çêkirî mehane bi navînî 16,000 derfetên kar li Amerîkayê tune dike. Ev yek jî salê dike 192,000 derfetên kar. 18 roj şûn de, Meta û Microsoftê ragihand ku ev yek tenê destpêka pêvajoyeke ku dê bidome ye.
24ê Nîsana 2026an, her du şirketên (Meta û Microsoft) bi hev re dûrxistina zêdetirî 20,000 karmendan ji ser karên wan ragihand. Meta ji sedî 10ê hêza karkirina xwe ya cîhanî ku nêzîkî 8,000 kes e ji 20ê Gulanê ve dûr dixe. Di heman demê de 6,000 postên din jî bi valahî dihêle.
Microsoftê jî pakêta malnişînbûna dildarî pêşkêşî nêzîkî 8,750 karmendên xwe yên li Amerîkayê kir. Ev yek di dîroka 51 salî ya şirketê de bernameya yekem a bi vî rengî ye. Van daxuyaniyan wiha kir ku hejmara wan karmendên ku di sektora teknolojiyê de hatine dûrxistin ji sala 2020an ve heta niha 900 hezar kesî derbas bike.
Heke em li gotinên Birêvebirê Cîbicîkar ê Metayê Mark Zuckerberg, binerin, em dê bibînin ku dûrxistinên vê carê cuda ne. Di destpêka îsal de Mark gotibû, "Sala 2026an ew sal e ku hişê çêkirî dê bibe sedem ku şêwazê karkirina me bi awayekî berbiçav biguhere."
Dûrxistina karmendan û zêdekirina weberhênanê
Ew şirketên ku ji ber bipêşketinên hişê çêkirî herî zêde karmendan dûr dixin, her ew in ku herî zêde weberhênanê tê de dikin û pereyan lê xerc dikin. Meta, Microsoft, Alphabet û Amazonê bi hev re tenê di sala 2026an de nêzîkî 700 milyar dolar di binesaziya hişê çêkirî de weberhênan kiriye. Ew ne ji ber lawaziyê lê ji ber bawerbûna bi xwe hejmara karmendan diguherînin. Ew piştrast in ku hişê çêkirî dikare karê gelek karmendan bi lezeke zêdetir û bi lêçûneke pir kêmtir bike.
Birêvebirê Cîbicîkar ê Microsoftê Satya Nadellayê hejmara karmendên şirketê ku 228,000 kes in wekî "kêmasiyeke mezin" di pêşbaziya hişê çêkirî de pênase dike. Niha GitHub Copilot nêzîkî ji sedî 40ê wan kodan dinivîse ku li wan deran tên bikaranîn. Platforma reklaman a Metayê ku bi hişê çêkirî dixebite, ew motorê ku nêzîkî hemû dahata salane ya şirketê bi qasî 160 milyar dolarî hildiberîne, niha tenê pêdiviya wê bi çavdêriyeke mirovî ya pir kêm heye ku berî du salan hewceyî pê hebû. Ev tenê çîrok nîn in, belkî guherînên pergalî ne ku di raportên dahatê û amarên bêkariyê de tên piştrastkirin.
Goldman Sachs bi hûrguliyeke bêmînak du bandorên dijber ên hişê çêkirî li ser jîngeha kar ji hev cuda dike. Cihgirtina hişê çêkirî (AI substitution) ku tê de hişê çêkirî rasterast cihê karmendan digire û mehane nêzîkî 25,000 derfetên kar li Amerîkayê tune dike.
Berovajî vê, bihêzkirina hişê çêkirî (AI augmentation) ku tê de hişê çêkirî karmendî bi berhemtir dike û dibe sedema damezrandina zêdetir û mehane nêzîkî 9,000 derfetên kar ên nû ava dike. Encama zelal jêbirina 16,000 derfetên kar e di her mehê de. Vê yekê rêjeya bêkariyê wekî encameke rasterast bi rêjeya ji sedî 0,1 bilind kiriye. Niha Goldman Sachs vê yekê wekî sedemek ji bo biryarên Banka Navendî ya Amerîkayê li ser rêjeya faîzê hesab dike.
Ew karên ku îro winda dibin û meaşên wan
Hemû kar bi heman awayî ji tune dibin. Zext qonax bi qonax û hûr e. Xizmetguzariya xerîdaran ku meaşê wan ê mehane di navbera 2900 û 4600 dolarî de ye, ew grûp in ku hişê çêkirî bi firehî cihê wan digire. Şirketa Gartnerê pêşbînî dike ku heta dawiya sala 2026an, şirket dê 80 milyar dolar di lêçûnên girêdayî karmendên navendên pêwendiyê de bi rêya hişê çêkirî teserûf bikin. Birêvebirê Cîbicîkar ê Salesforceyê, Mark Benioff dema ku di îlona borî de 4,000 postên piştgiriyê kêm kirin bi eşkereyî got, "Pêdiviya min bi mirovên kêmtir heye."
Pêşdebirên nû (junior developers), ew derçûyên kodsaziyê yên ku bi hêviya meaşê mehane yê 6,700 heta 9,100 dolarî hatine nav pîşesaziyê, rûbirûyî guvaşeke herî giran bûne. Damezirandina pêşdebirên nû yên ku temenê wan di navbera 22 û 25 salî de ye ji sala 2024an ve bi rêjeya ji sedî 20 daketiye.
