Antalya (Rûdaw) - Şîrketa Lîla Kozmetîkê ku yek ji kompanyayên herî mezin ê hilberîna berhemên ciwankariyê ye, li parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê Festîvala 12emîn a Lîlafestê li dar xist.
Navenda Lîla Kozmetîkê li Ameda Bakurê Kurdistanê ye û ev şîrket li gelek bajaran xwediyê şax û nûnertiyan e.
Kompanya Lîla Kozmetîkê li Antalyayê Festîvala 12emîn a Lîlafestê li dar xist ku berhemên xwe yên kozmetîkê bi taybetî boyaxa porê hinardeyî 55 welatan dike.
Lîla Kozmetîkê di vê festîvalê de, berhemeke xwe ya nû pêşan da ku dema boyaxkirina porê ji 40 deqîqeyan dadixîne kêmî 10 deqîqeyan.
Xwediyê kompanyayê diyar kir ku wan berhemek li gorî taybetmendiyên porê jinên Kurdistanê amade kiriye.
"Em hewl didin ku mêhvanên me demên xweş derbas bikin"
Karmenda Lîla Kozmetîkê Zuhre Cerîtê derbarê festîvalê got:
"Em îsal ji bo Festîvala 12emîn a Lîlafestê li hev kom bûne. Ji Tirkiye û ji derveyî Tirkiyeyê gelek kiryarên me hatine.
Festîvala me zêdetir wekî şahiyekê bi rê ve diçe.
Serê sibê futbol hebû, Survivor heye, em hewl didin ku mêhvanên me demên xweş derbas bikin."
Berhemên parastina porê
Karmenda din a Lîla Kozmetîkê Aleyan Afra Turkkanê jî anî got:
"Em bi berhemên xwe amadekariya havînê dikin.
Hûn dizanin havînê jin bi taybetî dikevin avê û pêwîst e ku porê xwe ji rojê jî biparêzin.
Loma me ji bo wan berhemên nû yên parastina porê amade kirine.
