Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilabanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, 6 gundên li herêma Mendikan ji bo kêmkirina mesrefên dawetan biryarên nû wergirtin û bi civînekê ragihandin.
Li herêma eşîra Mendikan li gundên Bêjuh, Robozikî, Gerûr, Nêrweh, Hodane û Zeviya yên Qilabanê rûspî û xelkê herêmê ji bo kêmkirina lêçûnên dawetan û hêsankirina zewaca ciwanan biryarên nû wergirtin.
Li gorî biryara ku hatiye wergirtin ji niha û pê ve divê aliyê bûkê zêdeyî 100 gram zêr nexwaze û bûk di dawetan de bûkaniya spî li xwe nekin.
Her wiha li gorî biryarê divê jin serê govendê negirin.
14 biryarên ku hatine wergirtin wiha ne:
1- Ji bo tîma sazbendan herî zêde 60 hezar lîre tê dayîn.
2- Ji bo kameravan herî zêde 30 hezar lîre tê dayîn.
3- Bûk di dawetê de bûkaniyê li xwe nake.
4- Di dawetan de li pişt bûk û zava platform nayê danîn.
5- Li gel bûkê ji aliyê zava û bûkê ve herî zêde 3 kes dikarin biçin kuafor.
