Hewlêr (Rûdaw) - Li Londonê ya paytexta Brîtanyayê, bi armanca xurtkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de "Komeleya Kurdistanê" hat ragihandin.
Merasîma ragihandina komeleyê 28ê Nîsana 2026an hat kirin.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir û hinek dîplomat, akademîsyen, veberhêner û endamên diyasporaya Kurdan beşdarî merasîmê bûn.
Birêvebira Komeleya Kurdistanê Laura Robertê di axaftina xwe de armanca komeleyê eşkere kir û ragihand:
"Komeleya Kurdistanê destpêşxeriyek e (înîsiyatîv) ku navenda wê li Londonê.
Ev komele ji bo xurtkirina pêwendiyên dîrokî û stratejîk ên di navbera Keyaniya Yekbûyî û Herêma Kurdistana Îraqê de dixebite."
"Platformeke ji bo diyalogê"
Laura Robertê got ku komele wekî platformeke ji bo diyalog, pevguhertina bîr û rayan û hevahengiyê ye.
Wê diyar kir ku komele beşên bazirganî, akademî û rewşenbîriyê li hev kom dike da ku "têgihîştina navneteweyî ya li ser rola girîng a Herêma Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn kûrtir bike."
