Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê yê Partiya Çep (Die Linke) Mîrze Edîs ragihand ku nabe Almanyayê serdana serokê nû yê Sûriyeyê bêmerc qebûl bikira û got, “Divê perwerdeya bi zimanê dayîkê bibe mercê aştiyê yê Sûriyeyê.”
Nexşeya siyasî ya Sûriyeyê diguhere û li Almanyayê jî nîqaşên germ li ser pêwendiyên bi desthilata nû re hene.
Parlamenterê Almanyayê Mîrze ji Rûdawê re axivî, rexneyên tund li hikûmeta welatê xwe girtin û mafên Kurdan ên li Sûriyeyê nirxandin.
Mîrze Edîs eşkere kir ku nabe ti hevkarî bi Sûriyeyê re hebe heta ku mafên Kurdan û perwerdeya bi zimanê dayîkê neyên misogerkirin.
"Mafên Kurdan bibin mercê hevkariyê"
Mîrze Edîs anî zimên ku çûna Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer a Almanyayê bêyî ti şertan xeletiyek bû û got:
"Divê ev were rexnekirin. Hikûmeta Federal a Almanyayê qala van mijarên krîtîk nekir.
Ango eger Friedrich Merz an jî Hikûmeta Federal bixwaze pêwendiyan bi Sûriyeyê re deyne û hevkariyê bike, divê hikûmet vê yekê wekî şertekî bibîne.
Tenê eger Kurd mafên xwe bi dest bixin, kêmneteweyên li Sûriyeyê mafên xwe wergirin û karibin li dibistanan bi zimanê dayîkê bixwînin, wê demê hevkarî dibe."
"Yê ku mafan nede cihê wî li Almanyayê nîne"
Mîrze Edîs tekez kir ku nabe têkiliyên Almanyayê û Sûriyeyê bêyî ti merc û daxwazan bidomin û got:
"Lewma kesê ku mafên Kurdan û kêmneteweyên li Sûriyeyê nede, cihê wî li Almanyayê nîne."
Parlamenterê Almanyayê li ser pirsa ku gelo hikûmet dikare çi bike jî wiha axivî:
"Ez nikarim bi hûrgilî bibêjim ka hikûmet dikare çi bike, ji ber ku ez di mixalefetê de me. Lê me daxwazên xwe diyar kirine.
Beriya ku mirov bi Sûriyeyê re dest bi dan û standinan bike, divê mirov piştrast bibe ku kêmnetewe mafên xwe diparêzin û dikarin bi zimanê xwe biaxivin.
