Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji bo hevdîtina bi Papa Leoyê Çardehemîn re gihişt Vatîkanê.
Ev hevdîtin di demekê de tê kirin ku pêwendiyên Koşka Spî û Vatîkanê ji ber pirsa şer û siyaseta derve gihiştine lûtkeya aloziyê.
Serdana Rubio piştî wê yekê çêbû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber helwestên wî yên dijî şer, bi tundî rexne li Papa Leo girtin ku ew rêberê nêzîkî milyarek û 400 milyon Katolîkên cîhanê ye.
Rubio ku bi xwe Katolîkekî pêbend e, beriya hevdîtinê hewl da ku aloziyan wekî tiştekî asayî nîşan bide.
Lê belê Balyozê Amerîkayê yê Vatîkanê Brian Burch ji rojnamegeran re ragihand, pêkan e ku dê guftûgoyeke "vekirî û rasteqîn" di navbera her du aliyan de çêbibe.
Destpêka aloziyan
Îdareya Trump beriya bi salekê di 8ê Gulana 2025an de pêşwaziyeke germ li hilbijartina Papa Leo kiribû ku wekî papayê yekem ê Amerîkayî hatibû hilbijartin lê zêde neajot û pêwendiyên wan sar bûn.
Trump meha borî li ser medyaya civakî ji bo Papayî gotibû, "Di tekoşîna li dijî tawanan de qels e û di siyaseta derve de jî xerab e."
Ev hêrsa Trump piştî wê yekê derketibû holê ku Papayî daxwaza aştiya li Rojhilata Navîn kiribû û gefên Trump ên ji bo jiholêrakirina şaristaniya Îranê wekî "karekî nepesend" pênase kiribûn.
Rubio beriya serdana xwe daxuyand, "Gelek mijarên girîng hene ku divê em bi Vatîkanê re gotûbêj bikin, bi taybetî jî pirsa azadiya olî."
