Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku aloziyên navbera Tehran û Washingtonê zêde dibin, Donald Trump berê xwe dide Pekînê. Çavê cîhanê li ser vê serdanê ye.
Gelo dê Çîn ji bo bidawîkirina şer û vekirîhiştina Tengava Hurmizê guvaşê li Îranê bike yan na? Yan jî dê kartên xwe yên aborî li dijî Amerîkayê bi kar bîne?
Tê payîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump 14 û 15ê vê mehê li Pekînê bi Serokê Çînê Xi Jinping re bicive.
Ev lûtke di demekê de pêk tê ku aloziya navbera Îran û Amerîkayê hevsengiyên herêmê diguherîne.
Washington dixwaze Pekînê yan wekî navbeynkar yan jî wekî amûreke guvaşê ya li hemberî Tehranê bi kar bîne.
Nêzîkatiya "rastbîn" a Pekînê
Çîn serdana Trump bi baldarî dişopîne. Li gorî pisporan, dê Pekîn tenê di rewşekê de nêzîkatiyeke erênî nîşanî daxwazên Washingtonê bide; ew jî daxistina bacên gumrikê yên giran e ku hinek ji wan digihîjin ji sedî 145an.
Ji Economist Intelligence Unitê Yu Su got, "Çîn dixwaze ji bo parastina pêgeha xwe ya di bazara cîhanî de herî kêm hinek encamên berbiçav ji vê lûtkeyê derxe."
Aloziya Îranê li navenda maseya hevdîtinê ye
Birêvebiriya Trump beriya serdanê peyameke tund şand Pekînê.
Washingtonê hişyarî da û got, "Eger hûn piştgiriya leşkerî bidin Îranê, em dê ji sedî 50 baca nû bixin ser hemû kel û pelên Çînê."
Pekîn êrişên Amerîka û Îsraîlê wekî "derqanûnî" dinirxîne.
Di heman demê de ji girtina Tengava Hurmizê jî dilgiran e. Çimkî bilindbûna bihayê petrolê zerereke cidî dide aboriya Çînê.
Li gorî Lizi Li ya ji Asia Societyyê, Çîn dê bi hêsanî dest ji hevparên xwe yên stratejîk ên wekî Îran û Rûsyayê bernede.
Bandora Pekînê ya li ser van welatan jî dê di asteke "sînordar" de bimîne.
