Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di serdana xwe ya ji bo Îsraîlê de ragihand ku divê Îran wekî beşek ji her çareseriyeke siyasî ya demdirêj a şerê Rojhilata Navîn, tawîzên mezin bide.
Jean-Noel Barrot li Tel Evîvê ji rojnamegeran re got, "Encama operasyonên leşkerî çi dibe bila bibe, divê bi çareseriyeke siyasî ya mayînde were temamkirin.
Di vî warî de, divê Îran amade be ku tawîzên mezin bide û di helwestên xwe de guherîneke bingehîn bike."
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê careke din daxwaza Ewropayê ya ji bo rawestandina êrişên li ser binesaziya enerjiyê ducare kir.
Ev daxuyaniya wî piştî wê yekê hat ku Îsraîlê li parzûngeha gaza Îranê xist û vê yekê bihayê enerjiyê li cîhanê bilind kir.
Operasyonên Libnanê û derfeta diyalogê
Barrotê ku doh serdana Beyrûtê kiribû, "têbînî û nêrînên" Fransayê yên li ser operasyonên bejayî yên Îsraîlê yên li dijî Hizbulahê anîn zimên.
Jean-Noel Barrot daxwaz ji Îsraîlê kir ku vê "derfeta dîrokî" bikar bîne û bi desthilatdarên Libnanê re dest bi diyaloga rasterast bike.
Ev piştî wê yekê hat ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron razîbûna xwe nîşan da ku bibe mazûvanê dan û standinan.
