Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku Herêma Kurdistanê cihekî çiyayî ye û xwedî çar demsalan e gelek ajelên kovî lê dijîn.
Lê ji ber nêçîra neyasayî, şer û ziwabûnê gelek ajelên kêmpeyda nemane û gef li ser hinek ajelan jî heye.
Endamê Komeleya Pilingên Bemoyê Behêz Farûq got, "Nebûna cihên parastî yên ji bo ajelan, sedema sereke ya nemana wan e."
Li Herêma Kurdistanê nêçîr bi yasayan qedexe ye û polîsên taybet ên daristan û jîngehê hene lê vê yekê gefên li ser ajelên kovî (berî) ji holê ranekirine.
Hinek ajelên kêmpeyda yên li Herêma Kurdistanê
Li Herêma Kurdistanê gelek cureyên ajelên dirinde, goştxwer û giyaxwer û balindeyên kovî hene.
Hinek ji wan kêmpeyda ne û li piraniya welatan nemane.
Li gorî Komeleya Pilingên Bemoyê, ajelên herî diyar ev in:
- Piling
- Keftar
- Kurebeşk
- Sîxur
- Xezal
- Pezkovî
- Hirç
- Rovî
- Pilingê Zagrosê li çiyayên Zagrosê dijî û carinan li herêmên çiyayî yên Başûrê Kurdistanê jî tê dîtin.
Ajalên ku nemane
Hinek ajelên kûvî yên kêmpeyda jî nemane û gef li ser hineke din heye.
Li gorî gotina Behêz Farûq ajelên ku bi temamî nemane ev in:
- Piling
- Çîta
- Beranê kovî
Ajalên ku gefa nemanê li ser wan heye ev in:
- Berazê kovî
- Keftar
- Kurebeşk
Li Barzan, Qeredax û Derbendîxanê herêmên parastî hene
Behêz Farûq da zanîn ku şerê Îran û Îraqê (1980 –1988) sedema sereke bû ji bo nemana hinek ji ajelan, bi taybetî beranê kovî.
Li gorî wî, ji ber çend sedeman gefa nemanê li ser hemû ajelên kovî heye:
Yekem: Nebûna herêmên parastî ji bo ajalan. Li cîhanê ji sedî 15 herêmên parastî hene lê li Kurdistanê gelekî kêmtir in. Tenê li Barzan û navçeyeke diyarkirî li Qeredax û Derbendîxanê (Çiyayê Beranan) navçeyên parastî hene.
Ajelên ku tîbûn wan kor dike
Ev çend sal in û bi taybetî îsal, bi têra xwe baran nebariye. Ev yek bûye gefeke cidî li ser ajalên kovî çimkî hinek ji wan koç dikin û beşek jî ji tîna kor dibin.
Endamê damezirîner ê Komeleya Pilingên Bemoyê Behêz Farûq got:
"Çêkirina hewzên avê li daristan û çiyayan ji bo man û jiyana wan an jî rêlibergirtina li koçkirina wan gelekî girîng e.
Çend ajalên diyarkirî hene ku tîbûn wan kor dike, yên herî diyar xezal û pezkovî ne."
Cezayê nêçîra xezalekê digihîje 10 milyon dînaran
Birêvebirê Fermangeha Hunerî ya Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Azad Nûrî derbarê ajelên kovî û bandora guherîna avhewayê li ser wan, heta radeyekê geşbîn e û dibêje, "Ajel dizanin xwe li gorî jîngehê biguncînin."
