Hewlêr (Rûdaw) - Dîzaynera navdar a Kurd Lara Dizeyî bi koleksiyoneke nû ya bi navê "Mîlanoya Efsûnî" (Milan Enchanted) beşdarî Hefteya Modayê ya Mîlanoyê ya Bihar û Havîna 2026an bû û çanda Kurdî nîşanî cîhanê da.
Lara Dizeyiyê di du hevpeyvînên taybet ên bi Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re de hûrgiliyên koleksiyona xwe eşkere kirin û ragihand ku armanca wê "geşkirina Mîlanoyê bi reng û çîrokên Kurdî" bûye.
Koleksiyona Lara Dizeyiyê ku encama xebata 9 mehan bû, ji 30 dîzaynên cuda pêk dihat ku her yekê ji wan çîrokek ji dîrok, çand û sembolên neteweyî yên Kurdistanê vedigot.
Nîşandanê bi dîzaynekê dest pê kir ku li ser Keleha Hewlêrê ya dîrokî bû.
Lara Dizeyiyê li ser wê dîzaynê got:
"Gelekî girîng bû ku ez bi dîzayneke bihêz dest pê bikim.
Keleha Hewlêrê sembola hezkirina me hemûyan e, lewma me ew kir wekî neynikê û bi dîzayneke ku modeleke dirêj û bi heybet li xwe kiribû, me dest bi nîşandanê kir."
Dîzaynên din çîrokên cuda vedigotin ku di nav wan de dîzayneke ji bo Newrozê ku wekî Lara behs kir, "şahî û semaya di navbera mirov û xwezayê de" bû.
Her wiha dîzaynên din ji bo Rojhilatê Kurdistanê, Şahbanû Îştar, Hepsexana Neqîb û çanda Kurdên Êzidî hatibûn terxankirin.
.jpg)
Nîşandan bi dîzayneke bihêz bi dawî hat ku rengên Alaya Kurdistanê di nav xwe de dihewandin û li ser beşdaran bandoreke mezin hîşt.
Lara Dizayiyê amaje bi wê yekê kir ku beşdarên ku ji medyaya cîhanî û mêvanên biyanî yên ji welatên wekî Amerîka, Awistralya, Erebistana Siûdî û Îmarata Erebî pêk dihatin, gelekî bibandor bûn û anî ziman:
"Min hest kir ku gelek ji wan ji kêfan digiriyan, bi taybetî dema ku wan Alaya Kurdistanê dît."
Yek ji dîzaynên bibandor ên koleksiyonê, dîzayna "Jinebî" bû.

.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)