Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê 1ê Adara 2026an berdewam kir.
Di roja duyem a êrişan de Amerîka û Îsraîlê bi dijwarî êrişî Tehranê kir.
Li Rojhilatê Kurdistanê baregehên Supaya Pasdaran û Parêzvanên Sînor kirin armanc.
Di roja duyem a êrişa asmanî ya Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê de, bi dehan baregeh û navendên leşkerî, fermî û dadwerî hatin hedefgirtin.
Tê pêşbînîkirin ku di encama êrişan de gelek hêzên ewlehî û leşkerî yên Îranê hatibin kuştin.
Amerîka û Îsraîlê sibe û êvara yekşemê (1ê Adara 2026an) bi balafir, mûşek û dronan êrişeke giran bir ser bi dehan baregeh û navendên leşkerî, ewlehî û fermî yên li Tehrana paytexta Îranê.
Di destpêka êrişên roja yekşemê de, avahiya Serokatiya Erkanên Hêzên Çekdar û avahiya Wezareta Îstixbaratê (Îtlaat) bi dijwarî hatin bombebarankirin.
Kesên ku dîmenên bombebaranê belav kirine dibêjin, beşeke mezin a avahiyên Îtlaatê hilweşiyaye.
Her wiha avahiyên Biryargeha Sarulahê ya Supaya Pasdaran hatin bombebarankirin.
Ew biryargeh berpirsa kontrola ewlehiya paytexta Îranê ye.
Radyo û Televîzyon hat hedefgirtin
Êvar û şeva yekşemê çend caran avahiya Saziya Radyo û Televîzyonê ya Îranê (Seda û Sîma) û beşa teknîkî û îdarî ya medyaya fermî ya Îranê hatin bombebarankirin.
Ji bo demekê weşana medyaya fermî ya Îranê rawestiya lê paşê weşanê dest pê kir.
Saziya Radyo û Televîzyonê ya Îranê dibêje ku ziyan gihîştiye beşeke avahiya wan.
Li Tehranê baregeha fermandariya hêzên polîsan a Îranê û hinek qereqolên polîsan ên li taxên cuda yên wî bajarî hatin armanckirin.
Her wiha avahiya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ya li Kolana Şerîetî ya wî bajarî û çend navendên girêdayî dezgeha dadweriyê yên li paytexta Îranê hatin bombebarankirin.
