Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan pêleke nû ya êrişên asmanî biriye ser navenda Tehranê.
Artêşê destnîşan kir ku wan ew cih kirine hedef ku wekî "navendên rejîma Îranê" tên pênasekirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên asmanî li gorî rêçikên îstixbarata leşkerî, li "dilê Tehranê" dest bi êrişên din kir.
