Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên li dijî baregeh, fermandariyên leşkerî, berpirs û baregehên mûşekî yên Îranê li deverên cihê yên Îranê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve didomin.
Ji aliyê her du welatan îro bi balafir, mûşek û dronan bi dehan dever hatin bombebarankirin û herî zêde êriş li Tehranê bûn.
Li gorî zanyariyên piştrastkirî, îro avahiya fermandariya hêzên polîs ên Îranê li Tehranê û bi dehan baregeh û dever li herêma Mazenderan û taxa Lewîzan a li bakurê rojhilatê Tehranê, Qada Firdewsî, Qada 11an a Narmekê, cadeyên Muteherî, Şerîetî, Cadeya Tirkmenistanê, Cadeya Simnanê êriş pêk hatin.
Herwiha bajarokê Welîesir, çend dever li rojavayê bajêr bi taybetî derdora Cadeya Eşrefî Isfahanî, taxên Şehrizîba û Şehren li quntarên zincîreçiyayê Elborzê, Qada Artêşê li bakur û Sêrêyana Zerabxane li bakurê rojhilatê Tehranê û taxa Arac a li bakurê Tehranê hatin bombebarankirin. Li taxa Narmekê jî avahiyeke Supaya Pasdaran hate bombebarankirin.
Medyaya fermî ya Îranê diyar kir ku beşek ji wan cihên hatine bombebarankirin cihên niştecihbûna xelkê sivîl in û gelek kesên sivîl bûne hatine kuştin û birîndarkirin.
Çend avahî li Cadeya Sipehbud Qerenî li herêma 1 û navenda Tehranê jî hatin bombebarankirin.
Medyaya fermî ya Îranê bombebarankirina navenda fermandariya polîsê dîplomatîk a Îranê li wê cadeyê piştrast kir.
Ew beşa polîs berpirsê dabînkirina asayîşa nûnertiyên welatan û parastina balyoz û dîplomatên biyanî ye li Îranê.
Rêxistina Pîşesaziya Fezayî ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Îranê û ofîsa hejmarek kompanya û dezgehên din ên ku bi Wezareta Parastinê ya Îranê re kar dikin li wê cadeyê ne.
Avahiya navenda hawarçûnê ya Tehranê jî hate bombebarankirin.
Berdevkê wê dezgehê ragihand, di encama bombebaranê de serok û hejmarek ji berpirs û karmendên navendê birîndar bûn.
Li derdora Tehranê jî, baregeheke leşkerî li nêzîkî gundê Bîdigine yê ser bi bajarê Melardê yê parêzgeha Tehranê, her wiha embar û bajarokê pîşesaziyê ya herêma Feşafuyê ya ser bi bajarê Reyê û her wiha qaymeqamiya bajarê Reyê li parêzgeha Tehranê hatin bombebarankirin.
Ajansa fermî ya hikûmeta Îranê diyar dike ku stasyona sereke ya elektrîkê ya Feşafuyê hatiye bombebarankirin û bûye sedema qutbûna elektrîkê li hinek deverên Tehranê.
Her wiha li gorî nûçeyên medyaya Îranê, dengê teqîna bihêz li nêzîkî dezgeha atomî ya Isfahanê hatiye bihîstin li nêzîkî bajarê Isfahanê.
Baregeha 8an a hêza asmanî ya Artêşa Îranê jî li nêzîkî wê dezgeha atomî ye û ew jî hatiye bombebarankirin. Yek ji mezintirîn sîstemên mûşekî yên Îranê û her wiha baregeha parastina asmanî ya Îranê li wê baregeha artêşê ye.
Îro sibehê çend caran dengê teqîna bihêz li nav bajar û derdora Tebrîzê jî hatiye bihîstin. Her wiha hatiye belavkirin ku baregeha mûşekî ya Emendê li nêzîkî bajarê Sufyanê li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat jî îro hatiye bombebarankirin.
Her îro çend teqînên bihêz li başûrê bajarê Kerecê li parêzgeha Elborzê rû dan. Her wiha baregehên leşkerî yên Germdere, Melard û Ferdîsê yên Kerecê jî careke din hatin bombebarankirin.
